Welatiyekî kurd bi danîna barmitê bi awayê demkî hate berdan

12:41 - 26 Adar 2020

Çend roj berî niha, welatiyekî Kurd bi navê “Seyîd Ehmed Sebrî” xelkê “Peswê” a girêdayê bajarê Pîranşarê, bi danîna barmiteya 250 milyon tumenî, bi awayê demkî hate berdane.

Roja Yekşemî, 11`ê Reşeme, Seyîd Ehmed Sebrî digel bavê xwe, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibûne girtin û hinek ji tiştên wan yên kesîn jî ji aliyê Îtila`atê ve hatibûne zewtkirin û digel xwe biribûn.

Seyîd Mistefa Sebrî bavê Seyîd Ehmed Sebrî piştî çend demjimêr lêpirsînê berdabûn û Seyîd Ehmed Sebrî bona lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Hêzên Îtila`atê, Seyîd Ehmed bi  tohmeta “alîkarî digel yek ji Partiyên Kurd yên opozîsiyona hikûmeta Îran”ê tawanbar kiribûn.