Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hate azadkirin

18:16 - 15 Adar 2021

Roja Duşemî 25`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Teha Ateş Efraz”, xelkê Konexana ser bi bajarê Pîranşarê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiye, bi danîna barîmteya 300 milyon Tumenî bi awayekî demkî heya qonaxa dadresiya xwe ji girtîgehê hatiye azadkirin.

Tometa ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” hatiye ragihandin.

Roja Yekşemî 19`ê Rêbendanê, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.