Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê hate serbestkirin

17:14 - 9 Çirriya pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 15`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Erestû Qeyserî”, xelkê gundê “Kêlekeû” ê ser bi bajarê Dîvandereyê, bi danîna barimteyê ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgeh xwe hate serbestkirin.

 “Erestû Qeyserî”, roja 31`ê Xermananê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin, ti zaniyariyek li ber dest de nîne.