Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê hate azadkirin

16:33 - 14 Çirriya paşîn 2021

Roja Şemî 22`ê Xezelwerê, welatiyêkî Kurd ê bi navê “Selah Husênpenahî” ê xelkê bajarê Baneyê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîana barimteya 100 milyon Tumenî bi awayek demkî heya dema dadgehîkirina wî hatiye azadkirin.

Herwisa ew welatiye di heyama binçavkirinê de ji “destpiraghîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin. 

Roja Çarşemî 31`ê Xermananê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî “Selah Husênpenahî” li yek ji taxên bajarê Baneyê bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kiribûn.

Hêzên ewlehî piştî êrîş kirin li ser mala wî welatîyî û vekolîna mala wî, dest bi ser hindek ji keresteyên wî ên kesîn danîbûn

Ew welatiye ji warê Jîngehparêziyê ve çalakiyan dike .