Welatiyekî kurd bi danîna barimteyê hate azadkirin

16:23 - 1 Çirriya paşîn 2021

Di heyama rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Muhsên Ehmedzade”, kurê Rostem û xelkê gundê “Kosekerêz” ê ser bi bajarê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayeke demkî heya dema dadgehîkirina wî ji girtîgeha bajarê Mihabadê hate azadkirin.

“Muhsên Ehmedzade”, di heyama binçavkirinê de li “destpiragîhîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin.

Navbirî roja Înê 12`ê Xermananê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji alyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Mihabadê veguhastibûn û heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nine.

 “Muhsên Ehmedzade”, xêzandar û xwediyê 2 zarokan e.