Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê hate azadkirin

18:13 - 7 Îlon 2021

Roja Dûşemî 15`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Çiya Aqabeygpûr”, kurê Ehmed Xelkê gundê “Rehîmava” yê ser bi bajarê Bokanê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya bi dawîhatina dadgehîkirina wî ji girtîgehê hatiye azadkirin.

Ew welatiye li heyama binçavkirinê de li “destpiragîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Sibêdeha roja Pênşemî 7`ê Gelawêjê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrêş kiribûne ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî bi tohmeta “alîgirî ji yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bo lipêrsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn.