Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:34 - 25 Tebax 2021

Roja Sêşemî 2`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Rebwar Çarikdarî”, temen 22 salî û kurê Mihemed, xelkê bajarê Şinoyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirina wî hatiye azadkirin.

Roja Şemî 30`ê Gelawêjê, “Rebwar Çarikdarî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin.

Ew welatiye li roja Duşemî 11`ê Gelawêjê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê ti zaniyaryeke serast ji ber dest de nîne.