Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê hat azadkirin

20:32 - 24 Çirriya pêşîn 2022

Roja Duşemî 2`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Emîn (Emîno) Kerîmî xelkê bajarê Urmiyê bi danîna barimteyê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, ekterê komêdiyen e,  ku roja Çarşemî 6`ê Rezberê di meşa serhildana seranserî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Emîno Kerîmî” bi awayekî demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgehê hatiye azadkirin.