Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin

17:11 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Duşemî 28`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Qasim Ezîziyan”,  temen 28 salî, kurê Resûl û xelkê gundê “Lec” ê ser bi bajarê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî de hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heya dema dadgehehîkirîna wî ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatiye azadkirin.

Roja Înê 31`ê Banemerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî “Qasim Ezîziyan” binçavkiribûn û piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.