Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin

17:47 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Pênşemî 24`ê Pûşperê welatiyekî Kurd ê bi navê “Mêhran Silêmanpûr”, xelkê gundê “Aliyan” ê ser bi devera “Deştebêl” a ser bi bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heya dema dadgehehîkirîna wî hatiye azadkirin.

 “Mêhran Silêmanpûr” di heyama binçavkirina xwe de li “destpêragihîştin bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin û heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Roja Pênşemî 3`ê Pûşperê, hêzên ewlehî êrîşî ser gundê “Aliyan”ê kiribûn û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî “Mihran Silêmanpûr” û digel welatiyeke din ê bi navê “Haşim Xuran” binçavkiribûn û bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wan du welatiyan de malên wan vekolîbûn û hinek ji keresteyên wan ên kesîn digel xwe biribûn.