Welatiyekî Kurd bi danîna barimteya giran bi awayekî demkî hate azadkirin

17:46 - 15 Nîsan 2020

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Hîwa Qurbanî Eqdem” kurê Rehîm û xelkê gundê “Qeregol” bi danîna barimteya giran heya dema dawîhatina qonaxa dadgehiya wî bi awayekî demkî hate azadkirinê.

Ew welatiyê Kurd, heyama 13 meh bû ku digel sê hepsiyên din yên bi navên “Mihemed Elyasî” xelkê Qeregol, “Mensûr Şareban” xelkê gundê Birayîmabad û “Hejar Ebasî” xelkê “Guwêgcelî” di girtîgeha bajarê Bokanê de qedera wan nerohin bû.

Roja Yekşemî 20`ê Rêbendan a sala 1398`an, ew çar hepsiyên Kurd, di girtîgeha navendî a bajarê Mihabadê de, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibûne veguhastin.

Roja Şemî 18`ê Xakelêwe, “Mihemed Elyasî” û “Hîwa Qurbanî Eqdem” xelkê gundê “Qeregol” a ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê binkeya “Qeremûsalî”yê ve hatine gazîkirin û piştre hatine binçavkirin.

Herwisa, hêzên Îtila`atê, “Mensûr Şarebanî û Hejar Ebasî” bi tohmeta alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê hatibûne binçavkirin.