Welatiyekî Kurd bi danîna barimteya 500 mîlyon tumenî hate azadkirin

11:37 - 26 Çirriya paşîn 2020

Roja Çarşemî 5ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Îsmaeîl Elîperwerî” xelkê bajarê Bokanê bi danîna barimteya 500 mîlyon tumenî bi awayekê demkî heta dawîhatina qunaxa dadresiya wî ji girtîgeha Urmiyê hate azadkirin.

Roja Pêncşemî 23ê Gelawêjê hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyek yasayî ew welatî binçav kirin û bo lêpêçînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Urmiyê veguhastin.

Ew welatî piştî bi dawîhatina jêpirsîna wî bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatî sepandin, “endambûn di yek ji girûpên Olî” hatiye ragihandin.