Welatiyekî Kurd bi awayekî nexuya hate binçavkirin

18:00 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Şemî 14`ê Tîrmeha 2020 an, welatiyekî Kurd yê bi navê “Seîd Kamil Ehmedî” di bajarê Sine yê û ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajrê Sine yê hate veguhastin.

Heya niha hêzên ewlehî ti zanyariyek ji sedema binçavkirina wî welatiyê Kurd ranegihandine.

Li pey ketina malbata wî welatiyê Kurd bona bi destxistina zaniyariyan li derheq qedera wî, di girtîgehê de bê encam maye.