Welatiyekî Kurd bi 5 sal hepsa “teilîqî” hate cezadan

16:08 - 25 Çirriya paşîn 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, taya 1 ya dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi serokayetiya dadwer “Seîdî” welatiyekî Kurd yê bi navê “Xalid Zemanî” xelkê bajarê Kamyaranê bi 5 sal hepsa “teilîqî” ceza da.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” tawanbar kiriye.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê Kurd, roja Pêncşemî 12ê Pûşpera îsal, li taya 1 ya dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi rê ve çû û birîna wê cezayê jî di heyama çend rojên derbasbûyî de, bi parêzerê wî re hatibû ragihandin.

“Xalid Zemanî” li meha Banemer a sala 1398an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kamyaranî rêkevta 19ê Gelawêja sala 1398an, piştî bi dawîhatina lêpirsîna wî bo girtîgeha bajarê Kamyaranê hatibû veguhastin û naverasta meha Xermanana wê salê, bi danîna barimteya 500 milyon tumenî ji girtîgehê hatibû azadkirin.