Welatiyekî Kurd bi 5 sal hepisa te`izîrî hate cezadan

12:14 - 27 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê taya du a dadgeha wî bajarî ve, bi 5 sal hepisa te`izîrî hate cezadan.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemedşerîf Salim Dizeyî” kurê Erşad û xelkê “Dizê” ya ser bi devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a wî bajarî bi serokayetiya dadwer “Elî Şêxelo” ve, bi 5 sal hepis hate cezadan.

Dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên opozisiyên yên dijî hikûmetê” û piştgirêdan bi madeya 499 a yasaya cezayî ya Îslamî, bi 5 sal hepis hate cezadan.

Ew welatiyê Kurd 1`ê Rezbera îsal ji aliyê hêzên îtila`atê ve, hatibû desteserkirin, û piştî çar roj lêkolîneve di girtîgeha îdareya îtil`atê de, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.