Welatiyekî Kurd bi 2 sal hepsa teizîrî hate cezadan

17:08 - 13 Kanûna pêşîn 2020

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Îrfan Murtezayî” temen 32 salî û kurê “Îzetulah” û xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî bi serokayetiya dadwer “Cevad Mustefayî” ve bi 2 sal hepsa teizîrî hate cezadan.

Dadgehê ew welatiye bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ceza daye û cezaya wî welatiyê jî li gor rapora îdareya Îtilaata bajarê Seqizê bû ye.

Ew cezaye roja Yekşemî 23ê Sermawezê bi “Îrfan Murtezayî” re hatiye ragihandin.

Dengê derçûyî bo wî welatiyê Kurd bi awayê amadebûn bûye û di heyama 20 rojan mayî bo rêkevta pêdaçûnê jêre hatiye ragihandin ku dikare bo pêdaçûnê nerizayetiya xwe nîşan bide.

Ew welatiyê xelkê bajarê Seqizê 21ê Xezelwerê bi bê ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî çar roj heps bi danîna barimteya 150 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.  

“Îrfan Murtezayî” berê endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê bû û Reşemeya sala 1398an wegeriyaye bo Îranê û bo heyama 4 rojan di îdareya Îtilaata bajarê Seqizê de hatibû binçavkirin.

Ew welatiye meha Cozerdanê jî bo carek din ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibû azadkirin.