Welatiyekî Kurd bi 10 sal heps hate cezadan

18:19 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Çarşemî 1ê Gelawêjê, cezaya 10 sal heps bi welatiyekî Kurd yê bi navê “Dara Reşîdî” kurê “Mistefa” xelkê bajarê Serdeştê re di girtîgeha bajarê Urmiyê de hate ragihandin.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê Kurd, roja Şemî 21ê Pûşperê, di taya 3 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de bi serokayetiya dadwer “Necefîzade” bi rê ve çû û dadgehê navbirî bi “endambûn digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” tohmetbar kir.

Roja Yekşemî 6ê Befranbar a sala 1398an, ew welatiye piştî du meh ji binçavkirina wî di girtîgeha “Spaha Elmehdî” a bajarê Urmiyê, bo pezîrişa girtîgeha navendî a wî bajarê hate veguhastin.

Ew welatiye roja Duşemî 7ê Befranbar a sala 1398`an, bo benda 12 a girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew welatiye berê bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin û 7 sal hepsa teizîrî bi ser wî de hatibû sepandin.

Navbirî ew 7 salên xwe di girtîgeha bajarê Urmiyê û Neqedeyê de derbas kiribû.