Welatiyekî din yê bajarê Merîwanê hate binçavkirin

17:07 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Roja Yekşemî 21ê Befranbarê, çalakvanekî jîngeparêz yê bi navê “Sîrvan Kerîmzade” xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkrin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî di mala wî de, binçavkirin.

Ew çalakvanê jîngeparêz piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hate veguhastin û ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî de hatiye sepandin ti zanyariyek di ber dest de nîne.

Her di wê derheqê de, roja Înê 19ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Karvan Mînûyî” xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.