Welatiyekî din li bajarê Sineyê hate binçavkirin

19:04 - 1 Gulan 2021

Roja Şemî 11`ê Banemer, welatiyekî Kurd yê bi navê “Siryad Mênberî” yê 36 salî xelkê gundê “Niyer” û rûniştiyê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî, li dema çûn bo ser kar binçav kirine.

Herwisa di vê derheqê de, roja Şemî 11`ê Banemer, welatiyekî Kurd yê bi navê “Peyam Mênberî” xelkê gundê “Niyer” ê ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser “Siryad Mênberî” de hatiye sepandin, ti zaniyaryek ji ber dest nîne.