Welatiyekî din li bajarê Bokanê hate binçavkirin

17:18 - 20 Kanûna Paşîn 2021

Şeva Sêşemî, 30ê Befranbarê, li dirêjahiya binçavkirina welatiyên Kurd li bajarê Bokanê, welatiyekî din yê bi navê “Elî Zulfî”, rûniştiyê şehreka Ferhengiyan a ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, êrîş kirine ser mala wî welatiyê û navbirî binçav kirin.

Herwisa hêzên ewlehî li dema binçavkirina “Elî Zulfî”, şûşeyên der û pencereyên mala navbirî şikandin.

Her di vê derheqê de, du welatiyên Kurd yên bi navên “Qadir Resûlpûr û Mihemed Hacîresûlpûr”, xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.