Welatiyekî desteserkirî yê xelkê Qurwê ji hebûna parêzer hatiye bêparkirin

11:10 - 15 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: welatiyekî xelkê Qurwê, piştî desteserkirinê ji aliyê hêzên Întizamiyê ve, qedera wî nerûne û ji hebûna parêzer jî hatiye bêpar kirin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Elî Situde”, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Qurwê ku di destpêka meha Sermawezê de, ji aliyê hêzên întizamiyê ve hatibû desteserkirin, piştî rojekê di girtîgeha wî bajarî de, bo girtîgeha navendî ya bajarê Qureweyê hatibû veguhastin.

Hêzên întinazî piştî desteserkirina wî welatiyê, mala “Elî Situde” vekolane û hinek tiştên wî yên kesî bi xwe re birine.

“Elî Situde” 19 saliye û piştî desteserkirinê, navbirî ji mafê hebûna parêzer hatiye bêparkirin.

Yekek ji kesên nêzîkê malbata “Elî Situde” ragihandiye ku, ew ciwanê Kurd di dema belavkirina “belavokan” de hatiye desteserkirinê û heya niha ti zaniyariyek li derheq binçavkirina wî ciwanê, ji ber dest nîne.