Welatiyekî binçavkirî yê meha Xezelwerê di bajarê Kirmaşanê de bi 2 sal heps hate cezadan

18:11 - 29 Şibat 2020

Ciwanekî Kurd yê bi navê “Emîn Kasib” xelkê bajarê Kirmaşanê, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve bi 2 sal hepsa te`izîrî hate cezadan.

Ew ciwanê kirmaşanî bi tohmeta “têkdana bîr û raya giştî û piropagendeyên dijî nizam bo berjewendiya yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” hatibû cezadan.

“Emîn Kasib” di kombûna nerizayetiyên bajarê Ciwanroyê de li hember “giranbûna benzînê hatibû binçavkirin û piştî dawîhatina lêkolîna wî, di rêketa 18`ê Befranbara îsal de, bi danîna barimteya 200 milyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.