Welatiyekî bi temen ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:38 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 7`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Silêman Salik” temen 69 sal û xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd li ser rêya Pîranşehr-Mihabadê binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn, “malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera “Silêman Salik” serdana navendên ewlehî li bajarê “Pîranşehrê” kirine, lê ti bersivek li peywendî digel qedera wî welatiyê wernegirtine. “

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.