Welatiyekî bajarê Şinoyê ji aliyê Îtilaata wî bajarî ve hat gazîkirin û rastî lêpêçînê hat

18:18 - 13 Hezîran 2022

Roja Yekşemî 22`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Xelîl Eynî” xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, bo navenda îtilaata wî bajarî hat gazîkirin û rastî lêpêçînê hat.

Pêka Çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî givaş xistine li ser wî welatiyê Kurd da ku kurê wî “Sidîq Eynî” li derveyî welat jiyanê dike, bizivire bo Îranê.

Wê çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye ku, di heyama meha derbasbûyî de ew çaremîn care ku “Xelîl Eynî” bo navenda îtilaata bajarê “Şino”yê tê gazîkirin.

Roja Sêşemî 29`ê Pûşpera sala 1400`an, “Sedîq Eynî” girtiyê siyasî yê Kurd, li girtîgeha “Erdebîl”ê piştî çûn bo murexesiyê, warê xwe bicih hêlabû.

19`ê Rêbendana sala 1396`an ew girtiyê siyasî yê Kurd, ji aliyê dozgeriya leşkerî a bajarê “Urmiyê” bi tohmeta “sîxurîkirin ji rêya hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê bi 10 sal girtîgeha te`zîrî hatibû cezadan, bi piştrastkrina wê cezayî ji aliyê Dîwana Bilind ya welat, ji girtîgeha bajarê Urmiyê bo girtîgeha Erdebîlê hatibû dûrxistin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd, li 21`ê Gelawêja sala 1396`an ji aliyê Îtilaata Spahê ve piştî bidawî hatina heyama lêpêçîna wî bo girtîgeha Navendî a bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.