Welatiyekî bajarê Merîwanê li sînorê “Başmax”ê hat binçavkirin

18:16 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Çarşemî 29ê Pûşperê welatiyekî Kurd yê bi navê “Subhan Mewlodî” temen 32 salî û kurê “Ehmed” xelkê gundê “Tengîser” yê girêdayî bajarê “Sine”yê piştî zivirîn li Herêma Kurdistanê, li sînorê bajarê “Merîwan”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî binçavkirine û bo cihek nediyar veguhastine.

Herwisa çavkaniya agehdar dibêje: “Li derheq qedera Subhan Mewlodî ti zanyariyek ji ber dest nîne.”

Çavkaniya agehdar daye zanîn ku: “Subhan Mewlodî heyama 5 salan li bajarê Hewlêrê di kargehek çêkirina şirîniyan de mijûlî kar kirinê bûye.”

Heta dema belavbûn vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin, ti zanyariyek serrast ji ber dest nîne.