Welatiyekî bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

18:18 - 29 Hezîran 2022

Êvara roja Yekşemî 5ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Nadir Bayezîdîazer” temen 30 salî, û kurê “Qadir” xelkê gundê “Lec” yê girêdayî bajarê “Mehabad”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd li ser rêya “Polîsrêya Miyandav – Mehabad”ê binçavkirine.

Heta niha lipeytketina malbata wî bona agehdarbûn ji qedera kurê wan bi encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin, ti zanyariyek serrast ji ber dest nîne.