Welatiyekî bajarê Îlamê bi salek hepis hate cezadan

13:10 - 25 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Dadgeha şoreş a bajarê Îlamê, welatiyekî Kurd bi tohmeta “alîkarî digel yek ji Partiyên Kurd” bi salek hepis hate cezadan û herwisa li çalakiyên medyayî hatiye bêparkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa” yê, di heyama roja derbasbûyî de, welatiyekî bajarê Îlamê bi navê “Ehmed Şahid” kurê “Reza” ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve,  bi salek hepisa te`izîrî hatiye cezadan, û nabe çalakiyên mediyayî jî heb e.

Dadgeha şoreş a bajarê Îlamê, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partîyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê” ew cezaye bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin.

Li gorî gotina çavkaniyekî aghedar, ew welatiyê Kurd berpirsê beşa gehandina zaniyariyên yek ji binkeyên besîc bûye û li ser karê xwe hatiye derêxistin.

Ew welatiye, li rêketa 8`ê Rezbera sala 1397`an, bi tohmeta  “dana zaniyariyên nehênî bi yek ji Partîyên Kurd ên dijber ên hikûmeta Îranê” hatiye desteserkirin û li rêketa 3`ê Sermaweza heman salê de, piştî bidawî hatina heyama lêpirsînê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatiye azadkirin.