Welatiyekî bajarê “Bokan”ê piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hat veguhastin

18:28 - 15 Tebax 2022

Roja Duşemî 24ê Gelawêjê welatiyê Kurd yê bi navê “Celal Emînî” xelkê bajarê “Bokan”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Pêka çavkaniyek agehdar hêzên ewlehî bi daxistina rêya “Mîrava bo Bokan”ê maşîna wî welatiyê Kurd ragirtine û navbirî bi bê hebûna belgeyên yasayî binçavkirine.

Çavkaniya agehdar daye zanîn: Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd êrîşkirine li ser mala wî û dest avêtine vekolîna mala wî.

“Celal Emînî” hevjînê “Ezîme Nasirî” girtiya siyasî ya berê ye ku li Gelawêja sala 1400an û Befranbara sala 1399`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî çend rojan binçavkirinê her 2 caran bi danîna barimteyê ji girtîgeha Navendî ya bajarê “Urmiyê” hatibû azadkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek serrast ji ber dest nîne.