Welatiyeke xelkê bajarê Baneyê bi danîna barimteyê hate azadkirin
17:45 - 27 Gulan 2020
Rojî Şemî 3`ê Banemerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Barzan Kerîmî” kurê “Salih” xelkê bajarê Baneyê, bi danîna barimteya 100 mîlyon tumenî ji girtîgehê hate azadkirin.
Ew welatiyê Kurd, roja Şemî 6`ê Banemer, digel du birayên xwe yên bi navên “Xelîl û Kerîm Kerîmî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.
Hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kiribûne ser mala wan sê welatiyane û ew sê welatiyên Kurd binçav kirin.
“Xelîl û Kerîm Kerîmî”, heya niha di girtîgeha hêzên ewlehî de ne.