Welatiyeke Kurd piştî 17 sal heps ji îdamê rizgar bû

17:43 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2020

Welatiyeke Kurd ya bi navê “Ferîde Salihî” xelka bajarê Merîwanê piştî 17 sal heps bi alîkariya xêrxwezan, çalakvanên medenî û mafê mirov yên dijî îdamê, ji îdamê rizgar kirin û ji girtîgehê hate azadkirin.

Ew welatiya temen 45 salî, 17 sal beriya niha bi tohmeta “kuştina mêrê xwe” hatibû binçavkirin û piştre bi îdamê hatibû cezadan.

“Ferîde Salihî” bi dana diyeya 260 milyon tumenî bi malbata xwedî kuştî ji îdamê hate rizgarkirin.

Ew hepsiye 17 sal hepsa xwe di girtîgeha bajarê Merîwan û Sineyê de derbas kirî ye.