Welatiyekê Kurd di girtîgeha bajarê Sineyê hate sêdaredanê

12:27 - 28 Kanûna pêşîn 2020

Roja yekşemî 7ê Befranbarê jinek bi navê “Zeyneb Xodamoradî” temen 43 salî xelka bajarê “Qorwê” bi sûçê “Kuştina bi zanebûn” di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hate sêdaredanê.

Roja Yekşemî 27ê Xezelwerê, ew jina girtî bo wergirtina rizayetê ji malbata kuştî ji odeya takekesî bo benda giştî hatibû şandin.

Pêka çavkaniyekê agehdar malbata kuştî ragihandbûn ku bi dan 700 milyon timen “Diyê” ew jin yê bê bexşîn, lê malbata wê jinê nekarîn diyê dabîn bikin.

“Zeyneb Xodamoradî” roja Şemî 26ê Xezelwerê bo cîbicî kirina cezaya wê carekedin bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Ew welatî 5 salan beriya niha bi tawan “Kuştina 2 zarokên xwe”newisiyên xwe hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgeha qezayî ve hikmê îdamê li serde hatibû danê.