Welatiyeke Kurd bi sedema xweşewitandinê canê xwe ji dest da

18:01 - 12 Kanûna pêşîn 2020

Roja Şemî 22ê Sermawezê, welatiyeke Kurd ya bi navê “Zehra Îsmaîlî” keça “Resûl”, temen 17 salî û xelkê gundê “Bavan” ê girêdayê devera Mirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê, piştî çend rojan ji şewitandina xwe, bi sedema kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Ew welatiye çend roja beriya niha bi sedema pirgkirêkên malbatî xwe şewitand. Navbirî bo tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ji aliyekî din ve, roja Şemî 22ê Sermawezê, welatiyekî din ya bi navê “Nesrîn Celaliyan” keça “Teymûr”, temen 27 salî û xelkê gundê “Hersim” ê girêdayê devera Şabad a ser bi bajarê Kirmaşanê, dawî bi jiyana xwe anî.

Heya niha ji sedema xwe kuştina “Nesrîn Celaliyan” ti zanyariyek ji ber dest de nîne.