Welatiyeke jin li girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyê, hat bidarvekirin

18:01 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Sipêdeha roja Çarşemî 5ê Gelawêjê, welatiyeke jin a bi navê “Feranek Beheştî” bi tohmeta kuştina bizanebûn, li girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyê hat bidarvekirin.

 “Feranek Beheştî” xelka gundê “Şerîfava” ya girêdayî bajarê “Tîkab”ê bû.

 “Feranek Beheştî” 5 sal berî niha bi tohmeta kuştîna hevjînê xwe ji aliyê dezgeha dad bi îdamê hatibû cezadan.

Navbirî roja Sêşemî 4ê Gelawêjê bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî a girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.