Welatiyeke jin li girtîgeha navendî a bajarê Sinê hat bidarvekirin

18:57 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî a Îranê, roja Çarşemî, 5ê Gelawêjê, cezaya bidarvekirina jinekê a bi navê “Suheyla Abîdî” xelka bajarê “Bîcar”ê li girtîgeha navendî a bajarê “Sinê” hat cîbicîkirin.

Wê Rêkxirava Mafê Mirovî ragihandiye : Suheyla Abîdî, jidayîkbûya sala 1367an a Rojî bû, û pêş ji bidarvekirinê di benda Kanûna Îslah û Perwerde “Benda Neswan” de bû, navbirî bi tohmeta kuştina hevjînê xwe di pirisgirêkek malbatî de ji rêkevta 6ê Befranara sala 1393an ve hatiye binçavkirin.

 “Suheyla Abîdî” piştire ji aliyê taya 1 a dadgeha kêyferiya 1 a Parêzgeha Sinê bi tohmeta “Kuştina bizanebûn” bi îdamê hatibû cezadan.

Berê çavkaniyek agehdar di vê derheqê de bi Rêkxirava Mafê Mirovî a Îranê re  ragihandibû ku : “Suheyla Abîdî 10 sal beriya niha, yanî ji temenê 15 salî ve jiyana hevbeş pêkanî bû.