Welatiyeke jin li bajarê Bokanê hate binçavkirin

18:07 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemî 20ê Befranbarê, welatiyeke Kurd ya bi navê “Ezîme Nasirî” xelka bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîş birine ser mala ya “Celal Emînî” û hevjîna wî a bi navê “Ezîme Nasirî binçavkirin. 

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihand: hêzên ewlehî mala kesî ya wê welatiya Kurd wekolîn.

Ew welatiya jin piştî lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî hate veguhastin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wê welatiya Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.