Welatiyeka Kurd li bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:35 - 30 Adar 2022

Welatiyeka Kurd a bi navê “Şilêr Ehmedî” keça Mistefa û xelka gundê “Qizilqopî” yê girêdayê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiya Kurd roja Çarşemî 25`ê Reşemeya sala derbasbûyî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Wê çavkaniya agehdar herwisa basa vê jî kir ku; “Şilêr Ehmedî” di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

“Şilêr Ehmedî” xîzandar û dayîka du zarokan e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wê hatine sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.