Welatiyeka Kurd bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hat gazîkirin

18:14 - 30 Tebax 2022

Roja Duşemî 7`ê Xermananê, welatiya jin a bi navê “Arezû Emcedî” bo Stada Xeberî ya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hat gazîkirin û lêpirsîn ji wê kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiya Kurd demjmêr 10`ê sipêdeya roja Duşemî piştî amadebûn li Stada Xeberî ya Îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, li derheq çalakiyên xwe kempeyna “Jiyanaveyî Kurdistan” ji aliyê hêzên ewlehî ve lêpirsîn ji wê kirin.

“Arezû Emcedî” roja Şemî 5`ê Xermananê ji rêya telefonê ve bo Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûn gazîkirin.

Ew welatiya Kurd endamê kempeyna “Jiyanaveyî Kurdistanê” ye.