Welatiyeka Kurd bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin

16:32 - 11 Çirriya paşîn 2021

Roja Dûşemî 17`ê Xezelwerê, welatiyeka Kurd a bi navê “So`ida Xedîrzade” keça Rehîm, ji girtîgeha Îtla`ata Spaha Pasdaran bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, di heyama binçavkirina “So`ida” de neştergeriya “Apandîs”ê bo wê hatiye kirin û rwşa tendirustiya wê baş nîne.

Ew jine ducan e û di heyama binçavkirinê de li çavediriyên pizîşkî hatiye bêparkirin û hewceyî bi çavediriyên hûr a pizîşkiyê heye, herwisa li “çavpêkevtin digel malbata xwe” û “destpiraghîştin bi parêzer” jî hatiye bêparkirin.

Roja Sêşemî 11ê Xezelwerê, heyama binçavkirina demkî ya “So`ida Xedîrzade”, bo cara dûhem hatibû demdirêj kirin.

Roja Pênşemî 22`ê Rezberê, hêzên ewlehî yên hikûmetê ew welatiya bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kiribûn.

“So`ida” Xêzandare û xwediyê 2 zarokan e.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nine.