Welatiyeka Kurd bi sedema teqeya hêzêm leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin

16:24 - 1 Çirriya paşîn 2021

Roja Înê 7`ê Xezelwerê, welatiyeka Kurd a bi navê “Şilêr” xelkê gundê “Doletû” ê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.

Ew welatiya bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve li binkeya sînorî ya “Doletû” yê  teqe ji wê welatiyê kirin û destê wê hatiye birîndarkirin.

Ew welatiya hevdem digel birîndarbûna hevjînê xwe ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hate birîndarkirin.

Azad ê hevjînê “Şilêr”ê di dema çêrandina pezan de bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê pêyê wî birîndar bûye û bo navenda dermanî hatiye veguhastin.