Welatiyek xelkê Kirmaşanê di girtîgeha Sineyê de hate îdamkirin

17:07 - 21 Çirriya pêşîn 2020

Îro Çarşemî 30ê Rezberê, cezaya îdamkirina girtiyek yê bi navê “Şehram Texşa” xelkê bajarê Kirmaşanê di girtîgeha Sineyê de hate cîbicîkirin.

Li gor rapora Nûçegehaniya “Hêrana”yê, ew girtiye roja Yekşemî 27ê Rezberê, bo cîbicîkirina cezaya wî bo yek ji odeyên takekesî yên girtîgeha Sineyê hatbû veguhastin.

Pêka rapora “Hêrana”yê, “Şehram Texşa” sê sal beriya niha digel birayek xwe yê bi navê “Şehriyar Texşa” bi tohmeta “dizîkirina çekdarane” hatbûne binçavkirin. Di dawiyê de “Şehram Texşa” bi tohmeta kuştin di dema diziyê de bi îdam û 15 sal hate cezadan û birayê wî “Şehriyar Texşa” bi 40 sal heps hate cezadan.

Cezaya wî piştî heyamekê di Dîwana Bilind a welat de hate piştrastkirin.

Şehram Texşa  rêkevta 17ê Befranbara sala 1396an, di girtîgeha Sineyê de bûye.