Welatiyek xelkê Kamyaranê bi salek û yek roj girtîgeha teizîzrî hate cezadan

12:41 - 3 Kanûna Paşîn 2021

Dadgeha Şoreş a Seqizê, welatiyekî Kurd bi navê “Subhan (Raşid) Ehmedî” kurê Celîl xelkê bajarê Kamyaranê bi bê amadebûna wî bi salek û yek roj girtîgeha teizîrî hate cezadan.

Dadgeha şoreş ew cezaye bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên opozisyon yên hikûmeta Îranê” li ser wî ciwanê  23 salî de sepandiye .

Ev cezaye roja Duşemî 8`ê Befranbarê, bi wî welatiyê Kurd re hatiye ragihandin û wî welatiyê Kurd di vê derheqê de nerizayetiya xwe nîşan daye.

Subhan Ehmedî bo heyama 2 salan endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê bûye û li rêkevta 29`ê Rezbera sala 1398`an li ser sînorê Bane zivirîbû Rojhilatê Kurdistanê.

Ew welatiye ê xelkê Kamyaranê piştî sê roj lêpirsînê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.