Welatiyek xelkê “Kamêranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:23 - 28 Kanûna pêşîn 2021

Roja Duşemî 6`ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Kiyanûş Rehmanî”, kurê “Mîrza Rehmanî” û xelkê gundê “Lonsadat”ê ser bi bajarê Kamêranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiye piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata Spaha bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî roja Yekşemî 5`ê Befranbarê bi mebesta binçavkirina “Kiyanûş Rehmanî” li gundê “Lonsadat” êrîş kiribûne ser malbata navbirî, lê nekarîbûn navbirî binçav bikin û herwisa wan hêzên ser bi Îtila`ata Spahê tevî vekolîna mala wî welatiyî, bêrêzî bi malbata wî kiribûn.

Pêka gotina wê çavkaniyê, hêzên ewlehî ew welatiye bi sedema bilavkirina wêneyên “Heyder Qurbanî” li ser rûpela “Instagram”ê binçav kirine.

Roja Yekşemî 28`ê Sermawezê, girtiyê siyasî yê Kurd xelkê bajarê Kamêranê“Heyder Qurbanî”,  bi awayek nihênî li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatibû îdamkirin.