Welatiyek xelkê bajarê Kamyaranê bi barimteya giran ji Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin

18:11 - 9 Gulan 2020

Roja Înê 19`ê Banemer, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ferşad Rehmanî” xelkê bajarê Kamyaranê ji girtîgeha bajarê Sineyê, bi danîna barimteya 750 milyon tumenî bi awayekî demkî ji Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, destpêka meha Banemerê, di bajarê Kamyaranê de ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê, di wî bajarî de hate binçavkirin û piştre bo lêkolînê bo Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kirine.