Welatiyek xelkê bajarê Kamiyaranê di dadgeha pêdaçûnê de bê guneh hate nasîn

17:52 - 17 Nîsan 2021

Dadgeha pêdaçûnê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Subhan (Raşid) Ehmedî”, yê kurê Celîl û xelkê bajarê Kamiyaranê ku bi tohmetekê, cezaya 1 sal û 1 roj girtîgeh bi ser wî de hatibû sepandin, bê guneh hate nasîn.

Ew welatiyê Kurd li meha Befranbara sala 1399`an, bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi bê amadebûna navbirî li dadgehê, ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Seqizê ve, 1 sal û 1 roj girtîgeha te`izîrî bi ser wî de hatibû sepandin.

“Subhan (Raşid) Ehmedî” bo heyama 2 salan, endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê bû û li rêkevta 29`ê “Rezber”a sala 1398`an, li sînorê bajarê “Bane”yê bo Îranê wegeriya bû.   

Ew welatiyê xelkê bajarê Kamiyaranê, piştî 3 rojan lêpirsînê, bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.