Welatiyek xelkê bajarê kamêranê bi sedema teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da
19:45 - 19 Îlon 2022
Roja Şemî 26`ê Xermananê, welatiyek bi navê “Kuruş Guderzî” kurê Elî û xelkê gundê “Mêsûraw” a girêdayî bajarê Kamêranê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û bi gumana hebûna tiştên qaçax, teqe ji wî welatiyê Kurd kiribûn.
Termê “Kuruş Guderzî” bo pizîşkê yasayî hatiye veguhastin û heta niha radestê malbata wî nehatiye kirin.