Welatiyek Rewanserî jibo derbas kirina hûkmê xwe jibo zîndanê hat veguhastin

15:47 - 16 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Xelkê bajarê Rewanserê jibo derbas kirina hûkmê xwe bo zîndana Dîzlêlabad a bajarê Kirmaşanê hat şandin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,roja Pêncşem berwar 11’ê Nîsana 2013’an “Hadî Aqayî” temen 28 sal û kurê “Esedullah”xelkê bajarê Rewanserê, jibo derbas kirina 2 sal hûkmê xwe bo zîndana Dîzêlabad a Kirmaşanê hat veguhastin.

\"12028.jpg\"
Hadî Aqayî li meha Çiriya Pêşîn a sala derbasbûyî tevî 7 kesên din li bajarê Rewanserê hat girtin û paşê ji aliyê dadgeha bajarê Rewanserê tevî Fuad Enguştiyan, Bextiyar Nezerî, Adil Muradî bi tawana alikarî tevî partiyek Kurdistanî bi 2 salan girtîgehê hate mehkûm kirin.

Adil Muradî û Bextiyar Nezerî û Fuad Enguştan çalakên siyasî seva zext û giwaşên hêzên Îttlatî yên komara Îslamiya Îranê bi neçarî welêt cî hêştn û niha di yek ji welatên cîranê Îranê jiyanê dikin.