Welatiyek piştî bi dawîhatina heyama lipêrsînê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin
19:02 - 22 Gulan 2021
Roja Çarşemî 29`ê Banemerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Rehman Xanehmedî”, piştî bi dawîhatina heyama lipêrsînê ji girtîgeha îdareya Îtla`at a bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.
Ew welatiyê xelkê bajarê Urmiyê, li dawiya meha Xakelêwe, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.
Tohmeta ku li ser Rehman Xanemedî de sepandine, “hevkarî digel girûpên olî”, hatiye ragihandin.