Welatiyek nerazî li bajarê Sinê canê xwe ji dest da
18:38 - 13 Çirriya pêşîn 2022
Êvareya roja Çarşemî 20`ê Rezberê, welatiyekî nerazî yê bi navê “Ezîz Muradî” li meşa kombûnên nerizayetiyan de, bi sedema teqeya hêzên ewlehî li bajarê Sinê, canê xwe ji dest da.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, demjimêr 22`ê bi dema rojhilatê, hêzên ewlehî bi çeka Kilaşînîkovê li taxa “Nayser”ê teqe ji wî welatiyê kiribûn.
Herwisa wê çavkaniyê da zanîn, “Ezîz Muradî” xwediyê xweringeha Gulgenim a bajarê Sinê ye.
Her di vê derheqê de, roja Şemî 16`ê Rezbera sala 1401`an a Rojî, di kombûnên nerizayetiyê de, hêzên ewlehî digel xwenîşanderan rastî şer hatin û di encama teqeya rasterast a hêzên ewlehî de çar ciwanên Kurd ên bi navên “Peyman Mînberî, Mihemed Emînî, Yehya Rehîmî û Daryûş Elîzade” canê xwe ji dest dan.