Welatiyek nerazî li bajarê Mihabadê bi teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da

17:58 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Êvareya roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, welatiyekî nerazî yê bi navê “Îsmaîl Mewlûdî” temen 35 salî û kurê Ebdulqadir li meşa serhildana seranserî li bajarê Mihabadê bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd, li meşa serhildana seranserî li taxa “Berê Şîlan” bi sedema teqeya gulleyên çeka şerî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye kuştin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: Ew welatiyê Kurd bi sedema berkevtina gulleya hêzên ewlehî li perastûya wî canê xwe ji dest daye.

Rêûresma biaxspartina “Îsmaîl Mewlûdî” şevê û bi amadebûna xelkek zêde bi gotina silogana “şehîd namrin” hat lidarxistin.

Herwisa çend neraziyên din bi sedema teqeya hêzên ewlehî hatin birîndarkirin û rewşa tendirustiya wan nebaş hatiye ragihandin.

Êvareya roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, hevdem digel roja çileya Jîna Emînî, nerazî li taxên Mihabadê hatin ser şeqaman û siloganên nerizayetî dan.

Çavkaniyeke agehdar a “Kurdpa”yê li bajarê Mihabadê got: Hêzên ewlehî bo hilgirtina vîdyoyan ji neraziyan ji dronan mifah vergirtine.