Welatiyek li girîgeha Dizilawa a Kirmanşanê hate Îdamkirin

18:39 - 10 Tebax 2021

Roja Dûşemî 18`ê Gelawêjê, girtiyekî Kurd ê bi navê “Efşar Mînayî” kurê Mihemed û xelkê gundê “Şimşêr” ê ser bi bajarê Paweyê, li girtîgeha Dizilawa ya bajarê Kirmanşanê, hate îdamkirin.

Ew girtiye li sala 1395an a Rojî bi tohmta “guştina bizanîbûn” hatibû binçavkirin û di dawiyê de bi îdamkirinê hatibû cezakirin.

Termê wî welatîyî di gundê ji dayîk bûna wî de bi axê hate spartin.